Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha terorîst Kurdistan kiriye meydana şer

12:24 - 22 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst a rejîmê, li deverên buralan a ser bi bajarê Makoyê, meşqa serbazî bi rê ve dibe.

Pêka nûçeyên belavbûyî, hêza bejayî a Spaha terorîst a rejîma Îranê, bi çek û cebirxeyên mezin û bi beşdariya pastarê terorîst Mihemed Pakpûr, fermandê hêza bejayî ê Spaha Pasdaran, li herêma bajarê Makoyê, manorek lidar xist.

Di wê manorê de, Spaha terorîst çîya û zozanê wê deverê bi çek û topên giran tobbaran kir.

Bi hegera top û mûşekbarana devera ser sînor a bi navê Buralan, dehan zozan û cihê çêra terşê xelkê agir girt û şevitîn.

Bi hegera wê Manora Spaha terorîst, gelek xisar gihaye jîngeha wê deverê.

Dema ku parek ji xelkê deverê nerizayetên xwe gehandine bal Spaha terorîst, ku çima jîngeha wan ji nav dibin û xisarê digehînine kurdistanê, pastarên terorîst di bersivê de gotine: Eve tenê Manorek nîne, belkî şereke rastî ye û em li dijî hêzên neyarên rejîmê, wan çiyayan topbaran dikin.

Spaha terorîst ji bo çavtirsandina xelkê Kurdistanê berdewam hêz û çekên giran dikîşe bo Kurdistanê û berdewam cehda jinav birina jîngeha kurdistanê dide, ku bi hegera Manoreke wiha bêguman gelek xisar digîje Kurdistanê.