
Kurdistanmedia: Berpirs û fermandarên terorîst ên rejîma Îslamî a Îranê di daxuyaniyên cuda de tekezê dikin ku ewê di êrîşên xwe de li hemberî Hizba Demokrat berdewam bin.
Ajansên nûçeyan ên rejîmê li gor serdarê terorîst “Resûl Senayîrad” berpirsê siyasî ê nivîsîngeha eqîdetî û siyasî a fermandariya giştî a wan hêzên terorîst ragihand ku ewê di êrîşên xwe de ji bo ser baregehên Hizba Demokrat berdewam bin.
Ev berpirsê rejîmê behsa serdana Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji bo Amerîkayê dike ku hevdîtinên fermî bi berpirsên bilind ên vî welatî re pêk anîne.
Serdarê terorîst Senayîrad herwisa got ku êrîşên mûşekî ên Spaha Pasdaran, bersiva kiryar û çalakiyên vê partiyê ne.
Got jî armanca wan mûşekbaran bûye û tenê ji bo berhevkirina zanyariyan, ji balafira bê pîlot mifah standine.