
Kurdistanmedia: PDKÎ di nameyekê de spas û pêzanîna xwe pêşkêşî akadimîsyen û rewşenbîrên Kurd kir.
Deqa nameyê wiha ye:
Rêzdar û serwerno!
akadimîsyen û rewşenbîrên Kurd!
Silaveke germ!
Nameya ku we bi navê 27 kes ji akadimîsyen, rojnamevan, nivîser û çalakvanên medenî û ...hwd bo me şandibû, gihîşte destê me, em jî bi boneya karesata dilgiran ya17`ê Xermananê (12`ê Îlonê) sersaxiyê dibêjine we û hemû gelê Kurd.
Naveroka nameyê îşare bi hevderdîkirin digel kesûkarên şehîd û birîndarên bûyera 17`ê Xermananê ku bi pîlana rejîma rûreş a komara Îslamî ya Îranê, di vê rojê de şehîd û birîndar bûne, û herwisa nîşandana hin rêçareyan derheq yekrêziya hêzên siyasî yên opozisyonên Kurd ên Rojhilat di rewşa niha de ye, ku rejîm êrîşên xwe bo ser Kurdistanê tundtir û dijwartir kirine, ji bo vê ku Kurd ên Rojhilat di guherînkariyên pêşerojê de ku tê texmîn kirin bi yekdengiyê berbirûyê astengên bi wî rengî bike ku di riya destkevtên siyasî yên Kurd de serî radikin.
Em vê nameyê bi nîşaneya dilsozî û hîskirina berpirsayetiyê li hemberî gelê Kurd û tevgera rewa ya li Kurdistan û hêzên siyasî dibînin û bilind dinirxînin.
Her wekî PDKÎ di heyama çend salên borî de, dewreke xûya û berçav derheq liyeknêzîkkirina hêzên siyasî yên Kurd ên Îranê de lîstiye, her çavan hûn agehdar in, çend salan berî de niha jî me digel Komela Şoreşger a Zehmetkêşana Kurdistana Îranê, hevpêymanyek pêk aniye, ku niha jî her berdewam dike, û di heyama yek sala borî de jî, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê pêk hatiye, ku gaveke xuya bû di hevkarîkirina van hêzane li ser xalên hevpar de, her wekî we jî bi zelalî îşare pê kiriye (qebûlkirina cudahiyan) heya vê astê ku nebne asteng li ser riya bihevre karkirinê.
Li wir şûnda jî em bi armanca bihêzkirina hevkarîkirin û hevxebatkirin û koma dengê neteweyî û nîştimana hêzên siyasî gavan dadinên.
Ji we jî daxwaz dikin da ku li gorî hêz û şiyan û derfetan hevkarê me bin û li wir şûnda jî ji bîr û bûçûnên xwe, me bêpar nekin.
Spas û silavên dubare
Partiya Demokrat a Kurdsitana Îranê
Nivîsîngeha Kargêrî
24`ê Xermanana 1397`an