Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya Navenda Hevkarî li derheq birêveçûna rêûresmên Newrozê

11:22 - 28 Adar 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq birêveçûna rêûresmên Newrozê ji aliyê xelkê têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê ve spasnameyek belav kir.

Deqa spasnameyê wiha ye:

Hevwelatiyên hezkirî, xelkê xwedî helwêst ên Kurdistanê!

Carek din û li Newroza îsal de, birêveçûna rêûresmên mezin ên Newrozê ji aliyê we yên hezkirî û beşdariya berfireh a we di wan rêûresman de, wateyek din bi Nerwroza îsal bexşî. Lewma cihê xwe ye ku em ji dil ve spasî û rêzgirtina bêdawiya xwe pêşkêşê we bikin û bibêjin, neteweyek ku hûnên têkoşer xemxwerê wê bin, li hember ti desthilat û hikûmetekê de destgirêdayê namîne û teslîmê xwestên ti dîktarorekê nabe.

Rejîma Komara Îslamî her wekî salên berê jî, berî hatina Newrozê û ji rêya demûdezgehên xwe ve, dest avêtibû bi gefxwarin, banghêjkirin û lêpêçînan çalakvanên medenî û ciwanên welatparêz û gefa vê yekê ji wan xwaribû ku nabe rêûresmên Newrozê wekî salên derbasbûyî bi rê ve herin û heta di hin cihan de jî, gef xwaribûn ku nabe kincên kurdî lixwe bikin. Ji aliyek din ve jî, hevdem digel wan givaşan ji rêya çend kesên girêdayê xwe ve dixwastin bi xelkê re bibêjin ku rêûresma Newrozê li dijî Ola Îslamê ye û heta bikarin ji wê rêyê ve rêgiriyê jê bikin; Lê bervajiyê daxwaza rejîmê, tevahiya kesan encama wê siyaseta şikestxwariya desthilatdarên Komara Îslamî dîtin û me dît ku îsal bi çi germî û şahiyek zêdetir ve agirê Newrozê li seranserê Kurdistanê hate hilkirin û me dît ku bi çi hemase û şanekê beşdarî li rêûresmên Nerwozê kirin.

Rejîmê ku ti asoyek rohn bo siyaseta gefxwarin û xeletandinê bi dest nexist, ji aliyek din ve pîlan û pilanên vê yekê hebû ku sala îsal rêûresmên Nerwrozê bêxe jêr kontrola xwe û ya ku bo wê bê kirin Newrozê ji wateya xwe betal bike û ji aliyê din jî, rû li cîhana derve bibêje ku di Kurdistanê de rêûresmên Newrozê bi awayê azad têne lidarxistin, lê birêveçûna bi şan a Newrozê ji aliyê xelkê ve, ew siyaseta rejîmê kir bilqên ser avê.

Navendên ewlehî yên Komara Îslamiya Îranê ku bi tevahî seh bi şikestek serşorane dikirin, her li roja Newrozê û paş roja Newrozê dest avêtin bi binçavkirna xelkê Kurdistanê û bi 10an kes ji çalakvan û ciwanên welatparêz û heta çendîn kesên bi temen, binçav kirin.

Hevwelatiyên hezkirî, carek din em tevî spasî û pîrozbahiyeke dûbare bi hilkefta Newrozê û serkevtina we li hember rejîmê de, bala we tevahiyan bo wê peyama bi hêz a Newroza îsal radikêşin û tekezî li ser dikin ku gelê me di îsal de bi silogana yekîtî û vekheviyê ew serkevtina mezin bi dest xist; lewma em tekeziyê li ser vê yekê dikin ku xelkê xwedî helwêst ên Kurdistanê û têkoşerên gel hewce ye ku em hemû vê siloganê bikin bi rêya xebata xwe û heta serkevtina yekcarî li ser dagîrkerên Kurdistanê, dest li nav destê yek de xebata xwe bidomînin.

Bi hêviya serkevtin û serbilindî bo tev aliyan

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

 7`ê Xakelêweya 2722 a Kurdî

27`ê Adar a 2022`an