Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Standard Chartered Bank digel Amerîka û Birîtaniyayê lihev dike

13:34 - 8 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rojnameya “Guardian” ragehandiye ku,  “Standard Chartered Bank” dixwaze digel Amerîka û Birîtaniyayê bo erêkirina cezaya hatî sepandin rêkevtinê pêk bîne.

Roja Yekşemî 18`ê Xakelêweyê vê rojnameyê di raporeke xwe de nivîsîbû ku, “Standard Chartered Bank” ku ofîsa vê li Londonê ye û zêdetir di Rojhilata Navîn de çalakiyan encam dide, di heyama sala 2007`an heya 2014`an dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê bin pêkiribû û digel Îranê mi`amileyên baziriganî encam dabûn.

Ev banka tawanbare bi vê ku, yasayên navxweyî yên wê îzin didan da ku  moşteriyên ku bo mifahên Îranê kar dikin bo kar û bazirganiyên xwe vê bankê  bikar bînin.

Niha berpirsên vê bankê biryar dane bi cihê ku rastî pêdagîriyên yasayî bin, digel Amerîka û Birîtatiya li ser cezaya bi qasî 900 milyon Dolarî lihevbikin.

Amerîkayê heya sala 2014`an, pêş ji destpêragihîştina rejîma Îranê bi lihevkirina navkî, dorpêçên tund li dijî bazriganiyên, aborî yên digel Îranê îlankirbû, û di demsala Bihara 2018`an jî, serkomar Tramp bi vekişiyana Amerîkayê lihevkirina navikî bi derbazbûna demê dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê, zivirandin û herwisa hin dorpêçên nû lidijî hejmarek berpirs û navendên dadweriyê yên rejîma Îran û yên girêddayî vê rejîmê ragehand.

Dewleta Amerîkayî derheq her core mi`amileyên digel Îranê binpêkirina dorpêçan hişdarî daye û dibêje ku givaşên zêde lidijî rejîma Îslamî, heya guhertina reftarên vê rejîmê wê berdewamî bin.