
Piştî asayîbûna pêwendiyên Îmarat û Behrên digel Îsraîl, Sûdan jî dixwaze asayîkirina pêwendiyên xwe digel Îsraîlê wajo bike û pêka gotinên berpirsên Amerîka, dê Sûdan ji listê reş yê welatên piştevanê terorîzmê bê derxistin.
Roja Çarşemî, 21ê Çirriya Pêşîn, rojnameya Îsarîlî ya bi navê “Israel Hayom” ku nêzî Serokwezîrê Îsraîl, “Benjamin Netanyahu” ye, daye zanîn ku piştî welatên “Îmarat û Behrên”ê dewleta Sûdan jî dixwaze pêwendiyên xwe digel Îsraîlê asayî bike û wê biryara xwe wajoya bike û herwisa daye zanîn ku danûsitandinên Amerîka û Sûdanê pêngaveke dîrokî ye û ragihandiye ku Amerîka ku beşek ji wê biryardanê ye, dê navê Sûdanê ji lîsteyê reş yên welatên piştevanê terorîzmê derxîne.
Li ser wê mijarê, berê “Mike Pompeo” ragihandibû ku piştî qerebûya 335 milyon dolarî ji aliyê Sûdanê ve bi qurbaniyên terorîzm di Amerîkayê de, karûbarên derxistina navê Sûdan ji lîstê reş yê welatên piştevanê terorîzmê dest pêkiriye.
Piştî ku navê Sûdan ji lîsteyê welatên piştewanê terorîzmê bê derxistinê, ew welat dê ji alîkariyên Amerîkayê mifah verbigre.
Rejîma Îranê bi caran gef ji wan welatên Misilman xwarine ku pêwendiyên xwe digel Îsarîlê asayî dikin.
Piştî fitne û alozîxistinê rejîma Îranê dijî Îsraîl û ewlehî û asayîşa cîhanê, piraniya welatên Ereb û Misilman li Rojhilata Navîn hewl dane ku pêwendiyên xwe digel Îsraîlê asayê bikin û bi awayekî ji bertekên Amerîka dijî terorizmê xwe dûr bixin.