Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûdan û Îsraîl pêwendiyên xwe asayî dikin

11:26 - 24 Çirriya pêşîn 2020

Sûdanê di lihevhatineke wekî Îmarata Ererbî û Behrênyê de ji destpêka pêwendiyên aborî û ticarî yên xwe digel Îsraîlê daye zanîn.

Serkomrê Amerîkayê “Donald Trump” ragihand, Sûdan mijûl e ku pêwendiyên xwe digel Îsraîlê asayî bike û dê bibe sêyemîn welatê Erebî ku di dema berî hilbijartinan de, pêwendiyên xwe asayî dike.

Îmaratê jî, ji biryara Sûdanê bo asayîkirina pêwendiyên wî welatî digel Îsraîlê pêşwazî kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê daye zanîn, ku ew hewle bandoreke erênî li ser ewlehî û hevkariya dever û cîhanê dadinê.

Serokwezîrê Îsraîlê “Benjamîn Netanyahu” pêşwazî ji vê pêngava Sûdanê kir û asayîkirina pêwendiyan digel çend welatên Erebî bi şoreşeke mezin bi nav kir.

“Netanyahu” amaje bi kongreya welatên Erebî ya sala 1967an kir, ku li Xertûmê bi rê ve çû û têde welatên Erebî biryar dan ku ti welatek îtîrafê bi hebûna Îsraîlê neke û danûstandinan bo aştiyê jî nekin, lê niha demek nû ye û di vê dema dawiyê de 3 welatên Ereb pêwendiyên xwe asayî kirine.