
Kurdistanmedia: Kirîza siyasî û aborî di Îranê de gihîştiye astekê ku medyayên cîhanî dibêjin ku rejîm bi qonaxa xwe ya dawiyê nêzîk bûye, û niha hemû cîhan bi başî hest bi vê yekê dike.
Rojnameya naskirî ya “Süddeutsche Zeitung” a Almanî di raporekê de bi pênûsa “Pol Anto Kirogêr” û di bin navnîşanê “Îran di dawiya rê de ye!” bas ji rewşa jiyanê di warê aborî û siyasî li Îranê de kiriye, û nivîsandiye: Kirîz ew qas kûr e, ku dibe em çavnihêrê teqîneka bihêz bin, niha hemû cîhan vê yekê dibîne.
Ew rojnameya Almanî di destpêka rapora xwe de bas ji vê dike ku Tehran li bereberê tehrîmên cidî de ye, rewşa jiyana Îraniyan gellek zehmet e, wêraniya aborî ya Îranê ji niha ve ku hêşta tehrîmên nû dest pê nekirine xw enîşan dane, buhayê dirawê Îranî jî gellek bilez dadikeve, û bazara Îranê nîşan daye ku hekî dorpêç dest pê bikin, wê çi biqewime!!.
Navbirî yek ji bazariyên Tehranê dide axavtin, ku ew bazarî dibêje, ne tenê kar û kasibî baş nine, belku her tu kar û kasibiyek di holê de jî nine, heya ku baş yan xirab be, û em rojane dema xwe bi vexwarina çayê derbaz dikin.
Di beşeke din ya raporê de bas ji vê dike ku di sala 1357`an de gireva bazar rewş bo rûxandina rejîma paşatiyê xweş kir, pişre bas ji nirxa Dolar dike ku çiqas bandora xwe hebûye li ser rewşa aboriya Îranê, û dibêje ku Dolarê dewletî jî êdî nikare rewşa aborî ya Îranê çareser bike.
Piştre tevî baskirina ji zextên derekî bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve awirekê dide xebata jinan, jîngehparêzan, çalakên siyasî û hemû texekê, û her yek ji wan bi cuda şirove dike, û di dawiyê de jî dinivîse: “Îran di dawiya rê de ye!”