Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnpêyeke din a Îranê derheq qaçaxkirina madeyên sirker de hate dîtin

15:32 - 9 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hêzên Polîs yên welatê “Italyayê”, bi alîkariya dezgeha Asayêşa welatê “Hollandayê”,  dest bi ser 270 kg Hiro`în de girt, ku li Îranê bo Ewropayê hatibû şandin.

Kanala “EURo News”ê  di nûçeyeke xwe de, daye eşkere kirin ku,  Polîsê “Italyayê”, dest bi ser barê Hiro`înê de girtiye ku, pêka  ku ev bi xwe dibêjin, di heyama 20 salên borî de ewa bê mînka bûye,  û pêka  zanyariyan ev barê Hiro`înê di nav kantînêrê de, di nav gemyekê de hatibû veşartin,  li Bender Ebasê hatibû bar kirin.

 Li gorî gotina Polîsê “Italyayê”, ev Hiro`îna di nav bîntonîta,  “Rûsî” de ku karê endazyarî û bînasaziyê heye, hatibû veşartin, û  piştî  vê ku polîsên “Italyayê” bi zanebûn îzin dabûn ku  pareke piçûk ji  ev bara bigihîje dest qaçaxçiyan bajarê “Roosendaal” a welatê “Hollandayê”,  ev qaçaxçî destbiser kiribûn.

 Zanyariyên zêde di vê derheqê de, nehatine belavkirin,  lê pêştire hindek zanyariyên nepenî ji aliyê “Vîklîkseve” derheq bi rola komara Îslamî di veguhastin û qaçaxkirina madeyên sirker bo Ewropayê hatibûn belavkirin,  ku di beşekê de hatibû, mezintirîn kiryara tiryaka welatê Efxansitan û mezintirîn berhmanînerên  Hiro`înê di cîhanê de ye.

Herwisa bas ji vê jî kiriye ku, tenê di heyama 3 mehên destpêka sala 2009`an de, Spaha Pasdaran li riya delalan ji Azerbaycan û Turkiye û “Yunanistan”

, 59 hezar kg Hiro`în bo Ewropayê veguhastiye.

wezîrê berê yê Kar yê Azerbaycanê di belgenameyekê de, bas ji vê kirbû ku, dezgehên Ewlehiyê yên komara îslamî, berpirsyarê serekî yên veguhastin û qaçaxa madeyên sirker bo Azerbaycanê ne, û  dema ku ev tawanbaran e tên destibser kirin û  tên radestî kirin, ev rejîma van tawanbaran bi bê tu lêkolînekê  azad dike.

li gorî dawîn zanyariyên  Polîsên NY dahata qaçaxa  madeyên  sirker di Ewropayê de, pêka salan wiha ye, li 24 milyard Ûrû bûye , û qaçaxçiyên di karê bi wî rengî de, zêde bala xwe didin bi bazarên wiha.