Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnvarekî 7 hezar sale li bajarê Şirvan a Xurasanê ji nav diçe

12:16 - 12 Çirriya pêşîn 2021

Şûnvara dîrokî ya Erga Nadirî li Bajarê Şîrvan a Xurasanê ku dîroka wê vedigere bi 5 hezar sal berî zayînê, bi sedema xemsarî û guhnedana berpirsan ji nav diçe û bûye cihê zibil û paşmaweyan û herwisa tûşbûyên madê hişber di wan cihan de kom dibin.

Girê Erga Nadirî ku yek ji cihên niştecîbûna destpkî ya mirovan piştî dewereya şikevtnişîniyê bûye ku dîroka wê vedigere bi zêdetir ji 7 hezar salan berî niha, tevî ku li lîstê şûnvarên dîrokî de hatiye tomarkirin lê rejîma Îranê ti bernameyek bo parastina wê tinîne û bi sedema kolandina wê ji aliyê kesên qazancxwaz ve tê jinavbirin.

Di wê derheqê de berpirsê lêkolîn yê Erga Nadirî “Elîekber Wehdetî” daye zanîn ku xisarên ku bi wê şûnvara dikorî kevtiye, %90 mirovî û %10 sirûştî ne.

Herwisa cihgirê hêza întizamiya bajarê Şirvanê, Elîriza Mikerremî gotiye ku bo parastina wê şûnvara dîrokî hewcehî bi geşeya çandî heye lê navbirî ti basek li derheq parastina wê şûnvara dirokî ji talankirin û jinavbirina lezgîn a wê girê dîrokî nekiriye.

Ew şûnvara dîrokî ji aliyê kesên qazancxwaz ve tê kolandin, zibil û paşmaweyên bajar di wîr de kom dikin û berpirsên rejîmê tevî agehdarbûn ji vê rewşê, rêgirî ji hilveşandina wê şûnvara dîrokî nakin.