
Bînayeke berê li “Fêyzabad” a Kirmaşanê ku ya 200 salî berî niha ye, ji aliyê rejîma Îranê ve bi hêceta wê ku metirsiya herifîna vê li ser xelkê de heye, hilûşandin.
Rejîma Îranê bi cihê çekirin û parastina bînayên berê, wan bi yekcarî diherifînin, her bîna an xaniyeke wiha beşek ji kultûr û mê`imariya berê li xwe girtiye; Berpirsên rejîmê, taxên kevnar wekî taxên bikarnehatî binav dikin, her xanî an bînayeke berê ku tê hilûşandin, bi cihê wê xanî an bînayên nû têne avakirin.
Di avakirina wan xaniyên berê de huner û çanda xelkê bi awayekî hatiye resimkirin û bi herifandina wan bînayan ew bi yekcarî ji nav diçîn; Bînayên mayî bi tenê bi sedema şiyana malî û hogiriya xwediyên wan bîna û xaniyan bi huner û çandê ye ku, ew parastine.
Berpirsên bajar bi hêceta wê yekê ku ew bîna û xanî li ser berfirehtirkirina projeyên avedankirinê bûne lemper, her carê beşek ji wan bînayan dihilûşînin.
Beşek ji wan xanî û bînayên berê ku kes bikar nayîne û êdî têde bazar û dikan nemane, ji aliyê rejîmê ve têne hilûşandin, ev hilûşandine wekî zincîreyek hilûşandina bîna û xaniyên din yên berê li pey xwe tîne û kultûra zêdetir ya 200 salan ya wan xanî û bînayan bi yekcarî ji nav diçe.