Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnwareke dîrokî ya gelê Kurd ji nav diçe

17:50 - 13 Kanûna Paşîn 2021

“Taqa Ferhad” anku “Koşk” ciheke kolandî li singê çiyayê kela “Rewanser”ê de ye, bi sedema pêrenegihîştina berpirsên rejîmê der û dîvarên “Taqa Ferhad” ji nav diçe.

“Taqa Ferhad” an pêka navê xwecihî “Koşka Ferhad”, li milê rojhilatê dîwarê çiyayê kela “Rewanser”ê de ye ku di wan çend salên dawiyê de, rastî çendîn derb û xisarên bê weger hatiye.

Kesên ku li pey zêran digerin çendîn cihê wê koşkê ji nav birine, “Mîrasa Ferhengî” ya rejîmê, bona parastina wê şûnwara dîrokî ti karek nekiriye û beşek ji banê wê koşkê jî herifiye.

Tûşbûyên madên sirker li hundirê wê koşkê de agiran hildikin û li ser dîvarên wê tiştan dinivîsin, tevî tomarkirina navê “Koşka Ferhad” li lîstê şûnwarên dîrokî yên Îranê, heta niha ti berpirsekî rejîmê serdana wî cihî nekiriye.

Berpirsên rejîmê tevî agehdarbûn ji rewşa wê şûnwara dîrokî, ti pêngavek bona parastina wê şûnwarî neavêtiye.

Taqa Ferhad anku Koşka ferhad pêka hindek ji şûnwarnasan li dema deshilata Mad de hatiye avakirin.

Koşka Ferhad cihê tirba şazadeyekî dîrokî bûye ku niha bûye cihê menqela tûşbûyên madên sirker û divarê sloganên ticarî û yadigar nivîsînê.

Şûnwarên dîrokî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, tim ji aliyê berpirsên rejîmê ve hatine piştguhavêtinê û bi zanebûn dixwazin ew ji nav herin ku bi awayekî din derbeyan bi gelê Kurd bidin.