Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnwareke kevnar a Aşûriyan di parêzgeha Dihûkê ya Herêma Kurdistanê de hate peydakirin

11:59 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Şûnwarnaseke Îtaliyayî bi alîkariya Saziya Şûnwarnas û Şûnwarên Dîrokî a Herêma Kurdistanê, karîn bi awayekî serkevtî, şûnwareke dîrokî a Aşûriyan peyda bikin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, tîmeke Şûnwarnas a Îtaliyayê bi alîkariya Saziya Şûnwarnas û Şûnwarên Dîrokî a Herêma Kurdistanê, di parêzgeha Dihûkê ya ser bi Herêma Kurdistanê de, serkevtî bûn ku şûnwareke dîrokî a Aşûriyan di wî parêzgehê de peyda bikin.

Ev şûnware 10 xerîteyên kevirî, micesimeyên Xwedî û paşayên Aşûriyan ji xwe digire.

Peydakirina ev şûnwara dîrokî, ji aliyê kesên wekî, Danliyê Merandî bonakosî “Donnelly Marandi Bonakos” û Dr. “Hesen Ehmed Qasim” v bûye û di pirpojeyeke bi navê “FAIDAL” dest bi kar bibûn.

Di wan heyaman de heya niha çendî şûnwarên dîrokî ên wiha di Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, ji aliyê şûnwarnasên bîhanî ve hatine peydakirin.