
peydakirin
Li parêzgeha Amed a ser bi Bakurê Kurdistanê di bajarê dîrokî yê “Amîda” de ku li sînorê bajaroka “Sor” de ye, sîstemeke veguhastina av û dabeşkirina ava gerim hatiye peydakirin ku dîroka wê, 1 hezar û 800 sal berî niha ye.
Berpirsê tîma kulan û lêkolînê, “Îrfan Yildiz”, ragihandiye ku sîstema ava gerim a wê germavê ya serdema Rûmiyan e ku di rojhilata koşka “Artuklo” de cih girtiye û bi rêya boriyên ku bi kelpîçan çêkirine bo germava nava koşêkê veguhastine.
Sîstema germkirina bi wî awayî ku bi navê Kalofêr hatiye naskirinê, bi awayekî taybet hatiye danîn ku bê mînak e.
Bajarê dîrokî yê “Amîda” di 8 hezar sal berî niha yekem cihê niştecîbûna mirov di Amedê de bûye ku heta niha jî di wir de jiyan berdewam e.
Herwisa “Îrfan Yildiz”, ragihand: “Di sala 2018an de li ser koşka “Artuklo” dest bi kolandin û vekolînan kirine ku torek ji tûnelên bin erdê peyda kirine ku bona revîn ji koşkê û herwisa wekî rêya anîna avê mifah ji wan tûnelan vergirtine û di sala 2019an de jî, dîwanxane û cihê pêşevazîkirin ji mêvanan jî hatine peydakirin”.
Pêka efsaneyên kevnar, Meryem Keça hakimekî bi navê Dara bûye û ew keç hakimê wan deveran bûye û piştî şikest ji dujmin, bi wan tûnelan re reviye û xwe rizgar kiriye.