
Baş kela ku şûnwarek dîrokî ya serdema Uraratûyan e li nêzî gola Urmiyê bi sedema guhnedana berpirsên parêzgeha Urmiyê û bi taybet berpirsên îdareya “Mîrata Çandî” ber bi jinavçûnê ye.
Kela Dîrokiya serdema Uraratûyan ku dîroka wê zêdetir ji 2 hezar û 700 salan berî niha ye û niha bi navê “Baş Qela” tê naskirin yek ji kelên leşkerî bûye ku niha bi sedema kolandinên gelek zêde li wê kelê ji aliyê kesên qazancxwaz û derfetçî ve û herwisa nebûna ti parastinek ew kela dîrokiya Kurdan ber bi ji navçûnê ve diçe.
Heta niha çendîn lêkolîn li ser wê kela dîrokî hatine kirin û hejmarek sofal û alavên mifreqî û mîs hatine peydakirin;
Herwisa di aliyê rojhilata wê kela dîrokî de li ser kewirek mezin bi rênûsek wek rênûsa kevnar a Îlamiyan çendîn nivîs li ser kevira hatine nivîsîn ku dîroknasan heta niha nekarîne wan nivîsan bixwînîn û naveroka wan nivîsan nehatiye zanîn.
Neşiyana berpirsên pêwendîdar bo parastina şûnwarên dîrokî û xemsariya beşek ji xelkê deverê bûye sedem ku ew şûnwarê dîrokî bibe cihê zibil û paşmaweyên geştiyaran û cihê çêkirina rejî û çêrîngeha ajelan.
Rejîma Îranê bi zanebûn û sîtematîk şûnwarên dîrokî ên netewa Kurd ji nav dibe û hewce ye ku xelkê deverê bo parastina dîroka xwe û nasnameya kevnara xwe wan şûnwaran biparêzin.