Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnwarên dîrokî ên Efrînê tên talankirin

12:40 - 23 Gulan 2022

Çavedêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê ragighandiye ku, hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê, mijûlî talankirina şûnwarên dîrokî li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ne.

Pêka nûçeyên belavbûyî, şûnwarên dîrokî ên Efrînê ku, dîroka wan vedigere bo zêdetir ji 3 hezar salan berî niha, ji aliyê hêzên girêdayê Tirkiyayê ve tên talankirin

 Herwisa hatiye diyar kriin ku, bi Boldizêran şûwarên dîrokî tevlîhev dikin û bi sedema şer û bombebaranan gelek ji peykerên dîrokî jî ji nav çûne.

Bajarê dîrokî ê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, xwediyê çendîn şûnwarên dîrokî ye ku dîroka gelê Kurd ya zêdetir ji 3 hezar salî beriya niha ji xwe girtiye.

Talankirin û jinavbirina şûnwarên dîrokî li Kurdistanê, yek ji pîlanên sîstematîk û demdirêj yên dujminên Kurd bona perdepoşkirina rastiyên dîrokê ye.