Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tabloya Bozê Sîna carekî dinê li ser wî Çiya yî hate danîn

13:46 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2020

Tablo ya Bozê Sîna ku çend rojan berî niha ji aliyê hin kesên nejad perest ve hatibû şikandin û hilgirtin, carekî dinê ji aliyê xelkê devera Mirgever ve hate danîn.

Roja Înê 17 ê tîrmeha 2020 an, xwediyê rastîne Çiya yê Bozê Sîna, anku xelkê devera mirgever ve, Tablo ya Çiya yê geştiyarî yê Bozê Sîna, di çendîn cihan hate çeqandin û danîn, û sedan kesan bo wê armancê ji devera Mirgever ve berê xwe dane Bozê Sîna.

Çendîn girûpên xortên Kurd bi kincê xakî û axabanî û Saqan ve, goven û dîlan birê xistin.

Tablo ya ku ji nû ve li çend cihên çiya yê Boz hatiye danîn, bi 2 zimanên Kurdî û Farsî li ser hatiye nivisîn ku bi xêr hatina geştiyan bo wê herêmê dike.

Sipaha terorîste Pastaran gelek cehd kir ku berahîka serkevtina xelkê bo Çiya bigre, lê helwesta welatperweriya xortên Kurd bona xwedî derketin ji axa bab û bapîran , serkevt.