Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tabloyan bişkînin

18:17 - 7 Kanûna pêşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Koloniyalîzma hakim bi ser Îranê, roj bi roj givaşên zêdetir dixe ser netewên ku di Îranê de axa wan hatine dagîrkirin, û her rojê rûkê xwe yê dêw zêdetir derdixe.

Berpirsê Polîsê Tehranê di hevpeyvînekê de digel ragihandinan gotiye ku navên Kurdî, Tirkî, Lurî û … bo dukan û cihên din li Tehranê qedexe ye. Berpirsê Polîsê Tehranê, Serheng “Nadir Muradî” di hevpeyvîna digel nûçegihaniya Mêhr de gotiye ku nabe navên Kurdî, Tirkî, Lurî, Şumalî û… li ser dukanan û cihên giştiyên Tehranê dabinên. Herwisa gotiye ku bi destûra Wezareta Îrşad a rejîmê ew navane tenê di parêzgehên xwe de bêne bikaranîn. Herwisa wî berpirsê polîs gotiye ew zimanane, zimanên navçeyî ne û nabe di Tehranê de bêne bikaranîn û divê her yek ji wan di cihê xwe de îzna danînê bi wan re pê bê dan!

Eva ku pêka gotina berpirsê Polîsê Tehranê, zimanên navçeyî ne! Tenê divê di cihên xwe de bo navên dukan û cihan mifahê jê bê wergirtin û xuya ye ku di derheq wan zimanan de xêrek gelek mezin kiriye! Çimkî bo mînak li Kurdistanê, rejîma Îranê rê nade ku ji zimanê Kurdî mifah bê wergirtin û gelek caran ev qas pirsgirêkan bo xelkê diafirînin ku xelk ji danîna navên Kurdî puşman bibin.

Sîstema sepandî ya koloniyalîstî ku bi hêza çek, kuştin û terorê di sedeya derbasbûyî de ji Rizaxanê Pehlewî ve heta niha li ser wê cugrafiyayê zal bûye, hemû cure hewlekê bo jinavbirina netewan di Îranê de daye û xwestine tenê zimanê Farsî bimîne û tevahiya zimanan û netewên din reş bike û ji nav bibe.

Ew gotina ku ji devê wî berpirsê polîsê Îranê re derketiye, beşek biçûk ji wê siyaseta şovenîstî û koloniyalîstî ye ku bo helandina netewan bi rê ve dibin.

Di hember wê siyaseta rejîma Tehranê de hewce ye, netewên zulimdîtî bertekan nîşan bidin û li dijî rawestin. Niha ku rejîma Îranê bi wê şêwazê û li tabloyên dukanan û cihên gîştî de ji cudatîdanîn û şowenizmê rêrewiyê dike, ya baş ev e ku netewên di bin zilman de li hember de rê nedin ku tabloyên bi zimanê Farsî di nîştimana wan de hebin.

Dema ku rejîm biryarê dide ku navên Kurdî, Tirkî …. di bajarê Tehranê û bajarên Farsnişîn de qedexe bike, baştirîn helwest û berteknîşandan  ji aliyê netewan ve, ev e ku ew jî di deverên xwe de û li ser axa xwe navên Farsî bo dukan, cihên giştî û tabloyan qedexe bikin. Baştir wisa ye ku kempêna “ciwanên xwedîhelwest” bê lidarxistin û tevahiya tabloyên Farsî li ser axa netewên zulimlêkirî di Îranê de bişkînin.