Hêzên Taliban di 2 rojên derbas bûyî de karî dest bi ser 3 bajarên dinê ye Efxanistanê de bigrin.
Roja Pêncşemiyê Taliban ragihand kû di pêwajoya pêşrewiya xwe de karîne dest bi ser 3 bajarên mezin li eyaleta Qendharê de bigrin.
Bi girtina wan 3 bajar û eyaletên mezin “Qendhar” û “Hilmend” û “Xûr” tête gotin Taliban kariye %90 axa Efxanistanê bêxe bi kontirola xwe.
Xelkê Qendharê ji tirsê canê xwe ku nekevne ber qehra Taliban, dema ku hêzên Taliban geheştne nava bajar, derkevtne pêşwaziyê.
Bi girtina nêzîk bi hemî Efxanistanê ji aliyê Talibanan ve, piraniya welatan mijûlî derêxistina balyozxanê xwene û efxanistanê berdidin.
Amerîka bi armanca ewê ku bikara şer di Efxanistanê de rawestîne, daxwaz ji Eşref xenî kiriye ku dev ji posta xwe a serkomariyê berde.
Hêzên Taliban niha nêzîkî Kabola Paytext bûne û hekî bikarin Kabolê bigrin, Efxanistan bi temamî dikeve dest Taliban.
Talibanan li heyamê meha derbasbûyî de û di dema girtina zaf bajaran de, gelek cinayetên mezin encam dane, û komkujî kirine, desdrêjî kirine ser jinan û keçên kêm temen, saziyên navnetewî di raporên xwe de dibêjin, tirajîdiya ya mirovî li Efxanistanê diqewime, ku ew jî bi sedema okê û çira kesk nîşandana Amerîka bû bo Taliban ku piştî vekêşandina hêzn Amerîka, Taliban derfet zanî û gelek hovane cinayet kirin.