Girûpa Taliban ku piştî vekêşana Amerîka ji Efxanistanê kariye dest bi ser piraniya xaka wî welatî de bigre, ragihandiye ku em dixwazin di pêşerojê de me digel Amerîka peywendî hebe.
Roja Şemî 10ê Tîrmeha 2021an, Mihemed Neîm Wirdek, berdevkê girûpa Taliban di kongireyekî rojnamevanî li Miskovê de ragihand: Em dixwazin di pêşerojê de me peywendî digel Amerîka de hebe û Amerîka di sermayeguzarî û awadaniya Efxanistanê de rol hebe.
Berdevkê Deftera Siyasiya Taliban got: Me jêveye sîstema hikumetiya dahatî a Efxanistanê divê sîstema Imarata Îslamî be, lê dîsanê jî ev yêke dê li danûstandinan de bigehe encamê û xuya be.
Herwisa Berdevkê Taliban ev mijarane jî bas kirin:
Hekî em bixwazin emê di heyamê 2 Hefteyan de bikarin hemî welat bixne bi kontirola xwe.
Ew kesên ku alîkariya Amerîka dikirin , dikarin bi bê pirskirêk di welat de bimînin û bijîn.
Me peyam ji bona danûstandinê ji rêka Xelîlzad ve bo dewleta Efxanistanê hinartiye.
Di pêşerojê de Jin dikarin kar bikin û her di destpêkê heya qonaxa Duktora yê bixwînin.
Şandekî Deftera Siyasî a Taliban serdana Miskovê kiri û ji aliyê deshilatdarên Rusiyê ve hate pêşwazîkirin.
Rejîma Îranê jî ku deshilata Taliban wekî dijberê îdolojiya xwe li ber kêlega xwe bi nîgeranî dizane, lê bi berçav dixwaze wisa bide xuya ku pêşwaziyê ji damezrandina deshilata Taliban dike û dostê wanê, lê ya rastî ewe ku rejîma Îranê ji tiran ve dixwaze xwe ji Taliban nêzîk bike.