Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taliban red kir ku benzîna Îranê bikire

18:01 - 1 Hezîran 2022

Taliban bi hegera vê ku benzîna Îranê bê kalîtî ye, êdî benzîna Îranê nakire.

Karbidestên Efxanistanê dibêjin ku , wan rê ji anîna 500 hezar lîtir benzîna Îranê asteng kirine.

Piştî vê yekê, berpirsên rejîma Îranê bo çewtekarî ev gotinên karbidestên Efxanistanê bi vala binav kirine û gotine ku Taliban biryarek wiha nedaye lê, ragihandinên Efxanistanê biryara Taliban piştrast kirine.

Xerabî û bê kalîtîbûna piraniya berhemên Îranê û bi taybet benzînê, bûye sedema vê yekê ku piraniya welatan xwe ji kirîna benzîna Îranê bo welatên dûr rabigrin.