Hêzên Taliban û rejîma Îranê li ser Sînorê Duxarûnê du aliyên sînor bi çekên giran û tankan dayxistine û di rewşa amadebaşiyê de ne û rejîma Îranê “Leşkera 88 a Zirêhpoşa Zahidan”ê bo wî sînorî şandiye.
Piştî aloziyên di navbera hêzên Taliban û hêzên parastina sînor yên rejîma Îranê û destbiserdegirtina maşîneke rejîmê ji aliyê hêzên Talibanê, gumrîka sînoriya Duxarûn, ji maşînên Îran û Efxanistanê hatiye valakirin û sînor hatiye dayxistin û herrwisa hêzên Taliban û hêzên rejîma Îranê li hemberî hev di rewşa amadebaşiyê de ne.
Rojek berî niha helîkopterên Spaha Pasdaran a terorîst li wî sînorî dor lêdabûn û hêzên Talibanê jî bi çekên giran û sivik di tenîşt sînor de mane.
Hêzên Taliban û rejîma Îranê bo rengehiya qewimîna şer hêzên xwe di amadebaşiya tevaw de ragirtine.