Ofîsa Saziya Netewên Yekgirî (UNHCR) di Efxanistanê de roja Înê 8`ê Gelawêjê, daye zanîn: “Li êrîşa çekdarên dije hikûmetê li ser binkeya wê saziyê li bajarê Heratê pasevanek wê saziyê hatiye kuştin”.
Pêka nûçeyan, şer û pevçûn di navbra Artêşa Efxanistanê û çekdarên Talibanê li bajarê “Herat” ê ser bi Efxanistanê de rû daye, û ev şere nêzî ofîsa “UNHCR” hatiye kirin ku di encamê de Talibanê avahiya wê saziyê kiriye bi armanc ku pasevanekê canê xwe ji dest daye.
Ofîsa UNHCR di Heratê de li daxuyaniyekê de diyarî kiriye ku, “ew di haletê lêkolîna çawahiya wî şerî de ne”.
“Deborah Lyons”, Nûnera Taybet a Sekreterê Saziya Netewên Yekgirtî di karûbarên Efxanistanê de, ew êrîşa bi tal û nexweş daye zanîn û bi tundî şermezar kiriye.
Di wê êrîşê de ziyan ber ti yek ji karmendên “UNHCR”ê neketiye.
“Herat” duhemîn navenda wilayeta Efxanistanê ye ku di heyama du rojên derbasbûyî de hêzên Talibanê kevtine nav wî bajarî de.
Pêka nûçeyên belavbûyî, Artêşa Efxanistanê bi hevkariya êrîşên esmanî ên Amerîkayê kariye çend deverên derdorê balafixaneya Heratê rizgar bike.