Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Talibanê zimanê Farsî qedexe kir

11:20 - 28 Îlon 2021

Pêka nûçeya nûçegihaniya “Baharnews” a Îranê, Talibanê zimanê Farsî li îdare, ragihandin û navendên hikûmî de qedexe kiriye û divê bi zimanê Peştû biaxivin.

Di Efxanistanê de xelk bi zimanê Peştû, Farsiya Derî, Tacîkî û Ozbekî diaxivin, lê berpirsên Talibanê zimanê Farsî di îdare, ragihandin û navendên fermî yên hikûmetî de qedexe kiriye û dibe bi zimanê Peştû biaxivin û binivîsin, Farsiya Derî ku bi devoka Hezaregî tê axivîn, nêzî %30 a xelkê Efxanistanê li xwe digere.

Farsiya Derî bi devoka Hezaregî ji aliyê Hezaregiyan ve tê axavtin ku bi piranî Şî`e ne. Herwisa li Efxanistanê de Tacîk bi zimanê Tacîkî diaxivin û Ozbek jî hene bi zamanê Ozbekî diaxivin.

Wê nûçegihaniya rejîma Îranê di nûçeya xwe de ti basek ji zimanê Ozbekî nekiriye.