Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ted Cruz: “Em divê rejîma Îranê hilveşînin”

13:50 - 16 Îlon 2021

Senatorê Komarîxaz ê Amerêkayê “Ted Cruz” bi tevlîbûn bi konvansiyona navnetewî ya Îrana azad ragihandiye: “Em divê rejîma Îranê hilveşînin”.

Senator “Ted Cruz” bi belavkirina gotarekê li rojnameya “Washington Times”ê de gotiye: “Çalakiyên bi fitneyên rejîma Îslamiya Îranê bi rohnî têne dîtin”.

Senator “Ted Cruz” di vê gotarê de nivîsandiye: “Rejîma Îranê li pey geşadan bi mûşekan, nemana Amerîka û Hevpeymanên wê ku yek ji wan Îsraîl e, avakirina girûpên terorîstî li hundirê Îraq, Yemen, Lubnan û dabînkirina malî û geşedan bi terorîsma navnetewî û encamdana cinayetên çavrênekirî yên mafê mirov e”.

Herwisa Senator “Ted Cruz” gotiye: “6 salan berî niha, Barak Obama lihevhatineke trajîk a navkî digel rejîma Îranê wajo kir û wê lihevkirinê, Elî Xamineyî bo avakirina vizexaneyên navkî han da”.

Herwisa navbirî got: “Ev lihevkirina dîsan rejîma Îranê bi sîstema maliya cîhanî girê daye û dabînkirina bi sedan milyard dolar bo axundan, bi tevahî bo sipîkirina pere û geşedan bi terorîsmê hewcehî pê hebû, destên wan vekirî hişt”.

Herwisa Senator “Ted Cruz” got: “Dema em li ser paşeroja Îranê diaxivin, em li ser wê bawerê ne ku divê em rejîma Îranê hilveşînin”.