Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran di rêza bajarên herî pîs ên cîhanê de ye

11:29 - 31 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Ajansa Jîngehparêziya Ewropayê bas ji pîsbûna hewayê Tehranê kiriye.

Li gora ajansa “Euronews”ê, Ajansa Jîngehparêziya Ewropayê di rapora salane ya xwe de rêzbendeke nû ji bajarên herî pîs ên cîhanê amade kir.   

 Li gora vê rêzbendê, Tehran piştî “Cakarta”ya paytexta “Endoneziyê” bajarê herî pîs ê cîhanê ye.

 Li gora vê raporê hewayê Tehranê bi awayekî navgîn di nava her metra sêca de 72 mîkrogirem mewadên pîs û nepaqij tê de hene. Li gora destpêkirina demsala sirr û seqemê, û diyardeya “Înorjin”ê, akinciyên paytext cardin bêguman wê şahidê rojên pîs û nepaqij bin, ku di salên borî de, dewlet çend caran neçar bûye bi daxistina xwendingehan. Hinek ji berpirsan di Îranê de dibêjin ku tirombêlên têkçûyî sedema serekî ya pîsbûna hewayê Tehranê ne. Lê her ew berpirs tenê daxivin û dema ku hewce ye ku di piraktîkê de, kar bo nehêlana van kêşeyan bê kirin, xelk tu kiryarekî wisa ji wan berpirsan nabînin.