Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran û Bakû gefan li hev dixwin

16:34 - 29 Îlon 2021

Berdevkê Komîsiyona Ewlehî û Siyaseta Derve ya Meclîsa rejîma Îranê “Mehmûd Ebaszade”  gotiye: helwîstên welatên deverê divê bi awayekî be ku bi qazanca welatên biyanî bi taybet Îsraîlê nebin”.

Wî berpirsê rejîmê gotiye: “Bo çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê, em di bilindtirîn asta siyasî de hewlê didin û rêz bo sînorên navnetewî digrin”!

Di şerê navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê de, sînorê hevpar ê Ermenistan û Îranê nema.

Ji aliyê din ve Îsraîl di welatê Azerbaycanê de binke heye û rejîma Îranê ji vê yekê gelek nigeran e.

Berê jî ragihandinan belav kiribûn ku şerê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de rewşeke aloz bo Îranê diafirîne. Di hundirê Îranê de dorpêçên Amerîkayê rewş dijwar kiriye û li derveyê Îranê jî welatên Erebî mijûlê danûstandinên jeopolîtîkiya xwe ne.

Di Îranê de nêzî 20 milyon Azerî hene ku metirsiyeke micid li ser ewlehiya Îranê ye; Rejîma Tehranê jî naxwaze di wî şerî de rastî şikestê bibe lê destekî gelek bê hêz heye.

Di rastiyê de, Îranê ti pêgeheke wiha nîne ku bikare berteka Azeriyan bide. Civaka Azerî di Îrana îro de bi seh û agehdariyê ve piştevanê Bakûyê ye.

Îran welatekî çend netewî ye û rejîma Tehranê şiyana rawestan li dijî netewên serkutkirî tinîne.