Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran û Enqere bi derev basa Kurdan dikin

12:39 - 17 Adar 2019

Kurdistanmedia: Di 31.mîn salroja kîmyabarana Helebçeyê de, karbidestên rejîma Îran û Tirkiyê, bi derev û çewtkariyan, hevderdî û hevxemiya xwe derheq neteweya Kurd de nîşan didin.

Di salroja kîmyabarana Helebçeyê de, ku 31 salan berî niha, ji aliyê rejîma Be`is a Îraqê, li dijî neteweya Kurd hate encam dan, karbidestên Tehranê, bo çewtekarî û xapandina bîr û ramana giştî, peyameke hevderdiyê belavkirin.

Her di vê pêwendiyê de, Mihemedcewan Zerîf, Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îranê, di peyameke “twittr”î de nivîsiye: Welatên Rojavayî, dibe ku karesata li dijî mirovî a Helebçe û Serdeştê ku, 31 salan berî niha di rojeke wiha de qewmiye, bibîr bînin, lê, ne em û ne jî birayên me yên Kurd, tu demî vê karesatê bîrnakin.

Ev karbidestê rejîma Îranê, bi nivîsîna vê peyamê, çavên xwe li ser hemû wan cinayet û kiryarên lidjî mirovî yên rejîma Îranê de digire ku, rojane lidijî neteweya Kurd encam didin.

Qurbaniyên Kîmyabarana Serdeştê, ku navbirî bas jê dike, heya niha jî, qurbaniyên vê karesatê, nikarin xercê nexweşiyên xwe dabîn bikin.

Ji aliyekî din ve, “Recep Tayyip Erdoğan”  serkomarê Tirkiyê, di torên civakî de, li ser ropela “twittr”a xwe bi boneya 31.mîn salroja bîranîna kuştina bikom a Helebçeyê nivîsiye ku: 31 salî berî niha, hezaran kesên sivîl di encama êrîşa çeka kîmyayî de canê xwe ji dest dan, heya  niha jî di nav  xwedîvêjdana de  cihê xwe parastiye, û daxwaza lêxweşbûnê li xodê mezin ji van birayên me yên Kurd dikim ku, di vê kuştina bikom de, jiyana xwe ji dest dane, ku pileyeke reşe di dîroka mirovahiyetiyê de.

Ev axavtinên ”Recep Tayyip Erdoğan” bê bingehin û dûr li heqîqet û niyet pakiya van derheq neteweya Kurd de ye, her di demsala Payîza îsal de, artêşa dagîrkar a Tirkiyî, di oparasyona bi navê, “Taya Zeyîtûn”ê, êrîşî ser bajarê Efrînê li Kurdistana Rojavayî kir.

Di vê oparasyonê de, hejmareke zêde li hevwelatiyên sivîl bone goriyî siyasetên dagîrkarane yên “ Erdoğan”, ku wekî jînosaîta Efrînê hate naskirin.