Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehrîman rêjeya berhemanîna petrola Îranê anî xwarê

16:32 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Birêveberiya agahiyên wizeya Amrîkayê nûça hatina xwarê a rêjeya berhemanîna petrola Îranê bi sedema ambargoyan bilav kir.

Radyo Ferda bilav kir, birêveberiya agahiyên wezeya amrîkayê roja Sêşemî 22’ê Tîrmehê raportek bilav kir û têde li ser bandorên berçav ên dorpêçên navdewletî li dijî rejîma Îranê li varê petrol, gaz, jordehatina berhemanîna petrola Îranê pêdegirî kiriye.

Ambargoyên navdewletî bi karîgerî danîn li ser pirojeyan, serbarê hatina xwarê a milyonek bermîl ji petrola Îranê di rojekê de, ew welate lawaz kiriye û asta berhamanînê jî kêm kiriye.

Di wê pêwendiyê de piştî sepandina tehrîmên abûrî li dijî rejîma Îranê, di çend salên derbasbûyî de ew welate ji seda 50 dahata petrolêji dest daye û li varê rêkirina neteweyî di pileya duyem a cîhanî ve bo pileya heştem jihel kêşaye.