Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehrîmên Amerîkayê dijî Îranê berdewam in

11:38 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Wezareta Xizînedariya Amerîkayê 2 kes û 16 Damezraveyên rejîma Îranê tehrîm kirine.

Roja Çarşemî 24ê Befranbarê Wezareta Xizînedariya Amerîkayê 2 kes ji karbidestên rejîma Îranê yên bi navên “Ehmed Merwî” û “Mihemded Mixberî” û 16 damezraveyên ser bi rejîma Îranê tehrîm kir.

Ew kesên ku hatine tehrîmkirin yek “Ehmed Merwî” ye û ew berpirsê (Tewlîtê Astana Qudisê Rezewî) ye û yê din“Mihemed Mixber”, “Serokê Sitada Îcrayîya Fermana Îmam” e, Wezareta Xizînedariya Amerîkayê ragihandiye ku dahata wan kes û demezraveyane dê li Amerîkayê de dedest bi ser de bê girtin.

Hatiye belavkirin ku (Sitada Îcrayêya Îmam û Astana Qudisa Rezewî) digel “Binyada Mistez`efan û Xatem El-Enbiya” niviyê zêdetir ji aboriya Îranê di bin desê wan de ye û kontirol dikin.

Ew tehrîmên Amerîkayê di wan çend salên derbasbûyî de rewşa aboriya Îranê ber bi herfînê ve biriye û rejîma Îranê ji dahata miliyardî ya neftê bê par kiriye.