Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkdan û destbiserdegirtina jîngehê di Merîwanê de berdewam e

13:16 - 2 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Têkdan û destbiserdegirtina surûşt û jîngeha Kurdistanê ji aliyê kesên berjwendîxwaz ve û bêdengiya berpirsên çavkaniya surûştî metirsîyeke mezin diafirîne.

Ji bilî vê ku rejîm ti girîngiyekê bi jîngehê li Îranê û nemaze jîngeha Kurdistanê nade, kesên berjwendîxwaz di deverên cuda ên Kurdistanê de dest kirine bi kavilkirina jîngehê û talankirina daristanên Kurdistan û bo deverên din ên derveyê Kurdistanê vediguhazin.

Berjwendîxwaz û mohreyên bikirêgirtiyên rejîma Îranê, ji bo talan û kavilkirina daristanên Zagiros li Merîwanê, bi hêcetên cuda, zêdetir ji sedan û hezaran donim ji daristan, çêrîngeh û lêrewarên Zagiros û jîngeha Kurdistanê kavil û vêran kirine.

Tevî agehdarkirina bîrûraya giştî ji aliyê saziyên Jîngehpar û çalakvanên Jîngehparêz ên Kurdistanê ve, heya niha ti pêngavek ji bo pêşîgirtin ji wan kavilkaran ji aliyê rejîmê ve nehatiye avêtin.

Berê jî Encûmena Kesk a Çiya ya Merîwanê tevî nîşandana bêzariya xwe ji têkderan, bi hênceta bazirganî, bax û rejîçêkirin, nîgeraniya xwe bi tundî ragihand, û berê jî serdana piraniya gundan kiribû, û xelk ji metirsiyên jinavçûna jîngeh û girîngiya parastina jîngehê agehdar kiribû.