Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkderên jîngeha Kurdistanê dest ji birîna daran bernadin

12:44 - 19 Nîsan 2022

Di gundê “Hesen Avle” yê girêdayî bajarê Merîwanê, kesên derfetçî dest avêtine bi bîrîna daran û hejmarek ji darên mezin û çendîn sale birîne.

Ew kesane bê vê ku bizanin birîna daran ti xisarek heye, dest avêtine bi birîna daran û jîngeha deverê têk dane.

Kesên derfetçî bo berjiwendiyên malî dest  avêtine bi birîn û firotina wan daran.

Nasnameya wan kesên ku di gundê “Hesen Avle”yê de mijûlê têkdana jînegeha Kurdistanê û birîna daristanan in, ev in : “M.M, D.M, M.M, K.M, S.M, R.Y, Y.Y, H.Y û D.D”

Navê wan kesan li malpera “Kurdistanmedia”yê parastî ye û eger ew kiryarên xwe bidomînin, dê navên wan bi fermî bêne ragihandin.

Ew kesane bi ti awayekî dest ji têkdana jîngeha Kurdistanê û bi taybet ji birîna daristanan, dest hil nagirin.