Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerê kevnar ê PDKÎ koça dawiyê kir

13:56 - 26 Hezîran 2021

Di 24ê Hezîranê de xwedêjêrazî “Ebdula Kedxudayî” naskirî bi westa “Ebdula”, yê xelkê gundê “Koîkan”ê ser bi bajarê “Nexedê” û rûniştiyê taxa “Seydava”a bajarê Şinoyê, koça dawiyê kir.

Westa “Ebdula” ku pêşmergê berê yê PDKÎyê bû, di sala 1358an de pêwendî digel PDKÎyê ve girtibû û dehikeke temenê xwe li nav refên Partiya Demokrat de bona azadiya welat tekoşîn kiribû û bi sedema xoşewîstiya navê pêşmerge û Partiya Demokrat, nasnameya pêşmergatiyê wekî yadigarekê her hilgirtibû.

Westa “Ebdula” bi sedema qehremanetî û beşdariya qehremane di çendîn şeran de, çendîn caran birîndar bibû, lê birîndariyên wî jî nekarîbû rê li têkoşanên wî bigre û di rastiyê de jî, bi berdewamî ji aliyê îtila`ata rejîmê ve di bin givaşan de bû.

Birayekî westa “Ebdula” ê bi navê “Xalid Kedxudayî” li rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûye.

Termê westa “Ebdula Kedxudayî li tirba “Sultan Mistefa”ya bajarê Şinoyê bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesûkarên navbirî û xwe bi şirîkê xema wan dizane.