Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerê xweragir, wegeriya hembêza malbata xwe

17:21 - 28 Gulan 2020

“Osman Mistefapûr”, piştî 28 salan derbaskirina hepsê û xweragiriyê di reşçalên rejîma Îslamî ya Îranê de, wegeriya hembêza malbata xwe û ji aliyê hey`eteke payebilind a PDKÎ ve pêşewazî jê hate kirin.

Roja Pêncşemî, 8`ê Cozerdanê, hepsiyê siyasî yê Kurd, “Osman Mistefapûr” ku zêdetir ji 28 salan di girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê de bû, bi serbilindî wegeriya nav refên heval û hevçeperên xwe û heyetekî payebilind a PDKÎ bi berpirsatiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî”, pêşewaziya wî hate kirin.

Di vê hevdîtinê de “Mistefa Hicrî” rêz ji xweragirî û xebata “Osman Mistefapûr” girt ku navbirî di heyama hepsîbûnê de hertimî bi serbilindî mabû.

Navbirî di heyama 28 sal heps de heta bo yek car jî mirexesî pê re nehate danê û îzn nedane navbirî heta di sersaxiya dayîk û bavê xwe de amade be.

“Osman Mistefapûr” tevî nîşandana kêfxweşiya xwe bo hatin di nav PDKÎ de, basa wê hindê kir ku: “Ez wekî pêşmergeyekî di çepera xebatê de bûme û li wir jî hatime nav Hizbê ku bi şanazî ve xebata xwe bidomînim”.

“Osman Mistefapûr”, di meha Pûşper a sala 1370`an de, li devera “Tirgewer a girêdayê bajarê Urmiyê hate binçavkirin û piştre bi tohmeta “Endambûn li PDKÎ û şer dijî rejîm”ê û cezaya îdamkirinê li ser wî de hate sepandin û ew ceza li dadgeha Bilind a welat de, bi 2 cezayê 25 sal û 10 sal hate guherîn.

“Osman Mistefapûr”, 53 salî xelkê bajarê Pîranşarê ye.