Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerekî demokrat li bajarê Hewlêrê hate teror kirin

17:06 - 8 Tebax 2021

Têkoşerê demokrat “Mûsa Babaxanî” li bajarê Hewlêrê di Hotêla “Gulî Silêmanî” hate teror kirin.

Di Rêkevta 16ê Gelawêjê termê bê can yê “Mûsa Babaxanî” di odeyekê de li hotêla “Gulî Silêmanî” li bajarê Hewlêrê hate peyda kirin.

Pêka daxuyaniya Sekretariya hevalên berê yên Demokrat, êvara roja pêncşemî 14ê Gelawêjê, têkoşer “Mûsa Babaxanî” ji aliyê terorîstên ser bi rejîma Îranê ve hate rewandin û piştî îşkencekirineke zêde hatiye şehîdkirin.

“Mûsa Babaxanî” berê Cihgirê Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎyê bû, piştre digel aliyê din yê Demokratê tekoşîna xwe berdewam kir û bû bi Endamê Komîteya Navendî ya vê hizbê û di nava refa xebat û şorêşê de yekek ji kesayetiyên xuya yê devera “Kirmaşan”ê bû.

“Mûsa Babaxanî” xelkê bajarê “Kimaşan”ê ji dayîk bûyê sala 1360 a  rojî bû, û di sala 1378 an de çepera PDKÎ bo xebat û tekoşîna xwe hilbijard.

Navbirî pêşmergeyekî xwedî şiyan û bawer bû û di nava refên têkoşerên Demokrat de kesekî xuya bû, û bi sedema şiyan û çalakiyên berdewamên xwe karî roj bi roj serbikeve û di nava hizba Demokrat de bibe bi Endamê Rêberatiyê .

PDKÎ tevî xembarbûna xwe li derheq ji destdana wî têkoşerê demokrat û herwisa şermezarkirina tawana  rewandin û terorkirinê ku karê hertimî yê Komara Îslamiya Îranê bûye, sersaxiyê dibêje malbat, Kesûkar,  dost û hevçeperên wî û malbata mezin a Demokratê.

Hêvîdarîn ku di demekê nêz de destê reşê terorîzma Komara Îslamîya Îranê di wê tawana mezin de bo hizira giştî bê eşkerekirin û hêvîdarin ku bo hertimî ew destê reş bê birîn.