Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tekoşerekî Demokrat malavayî li jêyanê kir

12:55 - 26 Şibat 2020

Pêşmergeyeke dêrîn ê PDKÎ piştî nêzk bi 3 dehikan xebat û tekoşera bê mandûbûn malavayî li jiyanê kir û çepera xebatê bo hevxebatên xwe bi cijh hêla.

Serêsibêdeha roja Sêşemî, 6`ê Reşemehê, “Husên Sitemdîde”, pêşmergeyê dêrîn ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, piştî çend salan hember derketin li dijiyê nesaxiyê, di encamê de koça dawî kir.

Hevalê şehîd, “Husên Sitemdîde”, kurê Elî, li sala 1343`an li bajrê Sineyê ji dayî bûye.

Navbrî heya duya dawînavendî bi serketî dawî pêanî û piştî sehkirin bi zilm û zordarî ya dagîrker û bînîna tepeseriya gelê xwe li sala 1374`an hate nav refên pêşmergên PDKÎ û çeka berevanî li gel û nîştimana xwe avête mile xwe.

Xwedêjêrazîbûyî, di heyama temenê xwe ê pir ji şanazî a pêşmerhgayetî de komek erk û berpirsayetî ji stuyê xwe girt û bi baştirîn şêwe erkên xwe bi rê ve dibir.

Ew erk û karên ku “Husên”, bi şanazî ve derbas kir wiha ne: “Sala 74 heya 76 a rojî wekî pêşmerge li melbenda 2 kar kirî ye, sala 76 li ser daxwaza Komîsiyona Malî wekî ajotvan kar pê hatibû spartin û heya payîza 77 ji wir kar kir, sala 77 wekî ajotvanê Komîsiyona Radiyoyê kar kiribû, bihara 79 wekî meimûriyeta xedematê bo heyama 6 mehan çûbû nexweşxana Hizbê, zivistana 77 dewra destpêkî a siyasî bînîbû, zivistana 79 li Navenda 1 karûbarê pê hatî spasrtin derbas kir, sala 80 wekî Cihgirê Desteyê hate diyarîkirin û heya bihara 81`an di wê erkê de berdewam bû, bihara 81`an li ser daxwaza Kopîsiyoina Radiyoyê neqla xwe ji bo wê derê wergirt.

Xwedêjêrazî, havîna sala 81`an pileya teşkîlatî ya pileya 4 pê re hatiye dan, û heya dawiya jiyana xwe wekî pêşmergeyekî, dêrîn û dilsoj û kadrekî lêhatî ê Partiya Demokrat xizmet bi gel û netewa xwe kir û doja şehîdan û canbazan doza wî bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî û xwe hevparê xwema wan dizane.