Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tekoşerên Demokrat li bajarê Pîranşar û Seqizê, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin

13:55 - 23 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li gundê “Bastam Beg” a girêdayî bajarê Pîranşarê û bajarokê “Sahêb” a ser bi Seqizê, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Xebatkarên Demokrat, Li gundê “Bastam Beg” a girêdayî bajarê Pîranşarê, bo salroja şehîdbûna fermande “Saman Hesenpûr” naskirî bi “Saman Şêweselî” û herwisa bi hilkefta nêzîkbûna salroja şehîdkirina “Dr.Qasimlû”, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Herwisa li bajarokê “Sahêb” a girêdayî bajarê Seqizê, xebatkarên Demokrat liser çiyayê ‘Seyîd Ehmed” bi hilkefta 30.mîn salroja terorkirina rêberê şehîd “Dr. Qasimlû” bi danîna wêneyên “Dr.Qasimlû” û bilindkirina alaya Kurdistanê, çalakiyên piropagendeyî birêve birin.

Tekoşerên Demokrat bi siloganên “Rêberê min taca serê min, ey Ustûreyê min, Dr.Qasimlû di rêbaza xwe de zîndî ye û Şehîd em domkerî rêya we ne” çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên derbasbûyî, Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Urmiyê, bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina rêberê mezin yê Kurd “Dr. Qasimlû” û hevalên wî, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê û danîna cemedaniyê li ser çiyayê Aşoş a girêdayî gundê Nenasê, çalakiyên piropangendeyî birêve birin.