Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerên Demokrat salvegera avakirina Komara Kurdistanê bilind radigrin

16:06 - 18 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Têkoşerên Demokrat berdewam in li ser birêvebirina çalakiyên teblîxî, bi armanca bilindragirtina 73.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, têkoşerên Demokrat li bajarê Mehabadê bi armanca bilindragirtina 73.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê rêz ji vê roja dîrokî girtin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Mehabadê bi belavkirina tirakt û wêneyên taybet bi 2`ê Rêbendanê û herweha nivîsandina diruşmên taybet bi 73.emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, ew roj bilind ragirtin.

Ew cihên ku tê de çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn ew ciyane bûn: Gundê Îndirqaş, taxên şehreka Yasa, Rehîm abad, Mizgefta hezretê adem, Şakirabad û kolana Mamlê.