Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tekoşerên Demokrat yada Şehîdên jîngehparêz bilind nirxandin

16:54 - 26 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Sine, yada Şehîdên jîngehparêz, bilind nirxandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Sine, roja Yekşemî, 3`ê Xermanan, li yekemîn salvegera Şehîdbûna Şehîdên jîngehê, Şehîdan “Şerîf Bacwer” û “ Omîd Konepoşî” bi belavkirina poster û wêneyên taybet bi wan Şehîdan, yada Şehîdên jîngehê bilind nirxandin.

Di vê bîranînê de tekoşerên Demokrat, li cihên wekî: “girê Awyer, Parka Emîrye û derdorê Mizgefta Emîrye, û herwisa li cihên din ên wî bajarî de, wêne û postêr belavkirin.

Şehîd “Şerîf Bacwer” û “Omîd Konepoşî”, li dema agirberdanên bizanebûn a rejîmê di rojhilatê Kurdistanê de, û heya dema temirandina wî agirê, li roja 3`ê Xermanana 1397`an canê xwe gurî kirin, her bi vê sedemê roja 3`ê Xermanan, wekî roja Şehîdên jîngehê li Kurdistanê hat nasandin.