
Mam “Rehîm Pûrîbrahîm” Pêşmergê PDKÎ di temenê 69 saliyê de bo her timî çepera xwebatê bo hevsengerên xwe bi cih hêla û bîr û hizra nîştimanperweriya wî bo hertimî zîndî ma.
Roja Yekşemî 27ê Rezberê 1399an, mam “Rehîm Pûrîbrahîm” Kurê “Mihemedşerîf û Zîba”, yek ji Pêşmergên PDKÎ malavayî li jiyanê kir.
Navbirî di sala 1330an di gundê “Soxanlû” yê ser bi navçeya “Pîran” a bajarê Pîranşarê ji dayîk bûye. Sala 1358an, tevlî refên Hêza Pêşmergên Kurdistanê bûye.
Mam “Rehîm” di sala 1360an de, di şerê bi navûbang a “Çiyane” de birîndar dibe û bi dîl tê girtin. Piştî bi dîlgirtina wî bo heyama 2 sal û 8 mehan di girtîgeha Rejîmê de dimîne.
Ew Pêşmergê qehreman di heyama girtina xwe de di bin dijwartirîn îşkence de dibe, lê ti nehêniyeke Hizbê radestê rejîmê nake.
Mam “Rehîm” piştre di digel guhertina dîlên rejîma Îranê tê azadkirin û piştî azadbûnê pêwendî digel hizbê digire û vê carê wekî endamekî nehênî yê Hizbê xebata xwe berdewam dike.
Sala 1388an Mam “Rehîm” wek endamekî nehênî eşkere dibe û bi naçarî warê xwe bi cih dêhle.
Piştî eşkerebûn û zivirîn bo nav PDKÎ, car din çeka pîroz a pêşmergayetiyê diavêje milê xwe û di navenda 3 a wê demê tê rêkxistinkirin.
Herçend ku mam Rehîm çepera hevsengerên xwe bi cih hêla, lê rê û armanca wî pirr rêvîng dibe.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên û hevçeperên Xwedêjêrazî û xwe bi hevparê xema wan dizane.