Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Telegramên sexte ên Îranê tên jêbir kirin

13:02 - 1 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Ewlehiya “Google Play”ê, bi sedema ne ewlehîbûna “Application” a Mobogramê, ew “Application”e li ser rûpela xwe jêbir kir.

“Google Play” ji bikaranînên xwe re hişdariya ewlehî nebûna “Application” a Mobogram da, û daxwaz ji wan kir ku wê “Application”ê li ser Mobaylên xwe jêbir bikin û “Google Play” ew “Application”e jî, li ser rûpela xwe jêbir kir.

“Mobogram” yek ji “Application”ên sexte ya Telegramê ye û ji aliyê wezareta ewlehî ya rejîma Îranê ve  bo karê ajaniyê hatiye çê kirin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama meha borî de, kompaniya “Google” du “Application”ên torên civakî yên bi navên “Hatgiram û Telegrama zêr (Telayî)” ku ji aliyê Wezareta Ewlehî ya rejîma Îranê bo karê ajanîkirinê hatibû çêkirin li ser rûpela xwe jêbir kir, û herwisa “Google Play”ê jî, daxwaz ji xelkê Îranê kir, da ku, li wan “Application”an bikar neynin û van jêbir bikin, kompaniya Googlê pêşî lipey hemû ew “Application”ên ku rejîma Îranê bo karê ajaniyê çê kirine digire û jêbir dike.