Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Temenê keçên kartonxew di Îranê de giha jêr temenê 15 saliyê

12:02 - 7 Hezîran 2021

Temenê keçên karonxew ên di Îranê de giha jêr temenê 15 saliyê û piraniya wan tûşbûyên madên hişber in.

Di Îranê de gelek keçên temen kêm tûşê madên hişber bûne û piraniya wan bi awayê eşkere li ser şeqaman an jî di nav parkan de mijûlê bikaranîna madên hişber in.

Pêka amara Stada Lihemberderketin li dijî Madên Hişber, 156 hezar jinên bengî di Îranê de hene ku di nav wan de pêka amarên saziya “Bêhzîstî” 1,500 kes ji wan bengiyan bi eşkire mijûlê madên hişber in.

Berê jî navendên pêwendîdar ên rejîma Îranê dabûne zanîn, temenê bikaranîna “Duxaniyat”ê di Îranê de li jêr temenê 12 saliyê daketiye.

Di Îranê de bengî bi awayê eşkere li ser şeqaman mijûlê bikaranîna madên hijber in û rejîm jî bi zanebûn madên hişber di nav ciwan û nûciwanan de belav dike û pêşî jê nagire.