
Xelkê bajarên Kurdistanê dane zanîn ku hilbijartina rejîmê baykot kirine û naçine ser sindoqên dengdanê.
Xelkê bajarê Bokanê ragihandine: “Wan hilbijartina Serkomarî û Şêwreyan baykot kirine û bi ti awayekî naçine ser sindoqên dengdanê”.
Pêka hin vîdyoyên ku li bajarê Bokanê bo malpera “Kurdistanmedia”yê hatine şandin, tê de derdikeve ku xelkê Bokanê di sitadên “Îbrahîm Reîsî” de ku li sê cihên Bokanê bi rê ve diçin, beşdariyê nakin.
Herwisa çavkaniyeke agehdar jî li bajarê Bokanê daye zanîn, benêrên teblîxî yên Îbrahîm Reîsî, li nêzî felekeya Mader û li sêrêya Bokanê dirandine.
Ji liyek din ve jî, li bajarê Seqizê bi sedema vê ku tendûra hilbijartinê germ nîne, berbijêrên Şêwreya bajar bo vê ku wêneyên wan bêne daliqînin, pare bi xelkê didin.
Pêka çavkaniyek agehdar, berbijêrên Şêwreya bajarê Seqizê, bo her wêneyekê ku li ser maşînên xwe bizeliqînin, 100 hezar Tumenî didin.
Xelkê bajarê Seqizê bi çaveke gelek sivik mêzeyê wê reftara berbijêran kirine û wêneyên wan li ser maşînên xwe nezeliqandine.
Tev ew hewlên qirêj di demekê de ne ku, xelkê Kurdistanê bigiştî hilbijartin baykot kirine û naçine ser sindoqên nimayişî.