Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tendura Şanogeriya rejîmê gelek sir û sare

12:30 - 15 Şibat 2020

Bi destpêkirina pirûpagenda bona rakêşana xelkê bo ser sindûqên denganê, ne tenê wê care tu cure pirûpagendeyek nikare xelkê bixapîne, belkî xelkê vêzar bûyîye Îranê bi çalakiyan lerze xistine kela zordariya wê rejîmê.

Li seranserî Îranê de Diruşm li ser derûdîvaran têne nivîsîn û bangewaz tête danê ku kes li Şanogeriya rejîmê de beşdar nebe û neçin rewayîyê nedne dîktatoriya Axundî,  parek ji Diruşman evin:

Baykota Hilbijartina rejîmê jî, cureke ji xebatê

Dengdan, bê dengdan

Dengdan, tilî lêdan li xwînêye

Beşdrbûn, dengdane bi kuştarê û rewayî dan bi rejîma vir û direvkere

Dengdan şermezariye û qebûlkirina dîktatoriyê ye

Dengê xelkê, tenê bo sernixûniyê ye

Dengdan firotina xwîna hezaran şehîdên meha Xezelwerê ye, û gelek diruşmên din.

Li dema pirûpagenda sitadên berbijêran kes naçe û serdana sitadan û cihê pirûpagendê nake.

Di peywendiyekê de ji bajarê Urmiyê ve, em agadar kirin ku sebebê sir û sariya pirûpagendê û neçuna xelkê bo binkên teblîxatî, êdî xelk şerim diket biçe bi dû direv û pirûpagenda puçe berbijêran bikevin. Lewma kes serdana bikan nakin.

Ji bilî hindê jî gava berbijêr jî dêna xwe didne rewşê, û haylê bûne ku êdî weke caran kes amade nine bikewe bi du sozên betale wan, lewma heta niha çendîn Berbijêran paşwekêşî kirine, di rapora ku ji Urmiyê we geheştiye me, Azîta Hatemî xwe ji berbijêriyê wekişand.

Herwisa di wan raporên ku ji bajarê Rojhilata Kurdistanê we geheştine TÎŞK TV, xelk Binêr û Postêr û wêneyên Pirûpagendeyî ye berbijêran didirînin û dişevitînin.

Hinek ji berbijêran jî bo pirûpagendê hevara xwe birine bo mêvandariyan û dana risq û li karekî gelek cihê şermê de berga pirûpagenda xwe bo xelkê didanêne nava Risqê xwarinê de.