Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tendûra Şanogeriya rejîmê sir û sartir dibe

12:45 - 18 Şibat 2020

Li demekêde ku tenê 2 Roj mane bona birêweçuna Şanogeriya rejîmê ya binav hilbijartina Nûnerên Meclisê, Berbijêr û ev kesên ku şiyaw bûna wan jî, ji aliyê rejîmê we hatiye pesendkirin, naxwazin xwe ji xelkê cuda bikin û bibne parek ji morên nawa wê sîstema diktator, lewma paşwekêşî dikin û amade ninin bibne bilendigoya rakêşana xelkê bo ser sindûqan û rewayî dan bi rejîmê.

Dema ku Berbijêr dêna xwe didnê xelkê ku biryara baykotê daye, yêk bi dû yêkê de desta ji berbijêriya xwe dikêşin daku paşê şermezarê xelkê nebin.

Malik Roneqiyê Qereqişlaqî, Elî Silêymaniyê Qizilce li bajarê Selmasê, paşwekêşî kirin.

Berbijêrên paşwe wekêşiyayî li Pîranşehr û Serdeştê jî, hejmara wan gehişte 5 kesan, di nava berbijêrên wegeriyanî nava refa gel, nave Farûq Resûlî û Wefa Şerîfpûr hatiye.

Herwisa Berbijêreke dinêye Herêma Bajarên Pîranşehr û Serdeştê bi nave Mihemed Mehmûdzade wekişiya û di nava xelkê de got: Ez wisa baş dizanim ku weke Mamostayeke Qutabxanê, dilsozane xizmeta xelkê xwe bikim baştire heta biçim û bibme Nûnerek ku nekarim bo xelkê çi bikim.