
Kurdistanmedia: Beşdarî û amadebûna xelkê bo birêvebirina cejna Newrozê li gundê Tengîserê, tirs û lerzokek xistiye nav dilê karbidestên rejîma Îranê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, bi boneya merasima Newrozê li gundê Tengîserê, Saziya Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên îtila`atê yên rejîma Îranê, ji tirsa birêveçûna cejna Newrozê hatûçûna hevwelatiyan di Jawaroyî de xedeqe kiriye.
Hevdem hêzên rejîma Îranê, li ser durên “Su” rê girtine û îzin nadin tu Tiromibîlek biçe û herwisa reftarên xelkê jî bi awayekî tund xistine bin çavdêriya xwe de.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê jî kiriye ku, rejîma Îranê hêzeke zêde aniye û ev hêz derdora gundê “Niyer û Tengîser”ê cihigîr kiriye.
Hêzên rejîma Îranê ji xelkê re ragehandine ku, destûra teqekirinê ji van re hatiye dan, hekî her core kar û çalakiyek bê encam dan ev wê teqe bikin, û heya îzin ji xelkê gundên wekî “Niyer û Tengîserê” re nehatiye dan da ku hatûçûnê bikin.