Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tepeseriya Hepsiyan di nava Zîndanan de

12:45 - 2 Nîsan 2020

Pêka zaniyariyê ku di nava Zîndanan de geheştina TISHK TV, hêzên tepeserkare rejîmê di çend rojên derbasbûyî de gelek dijvarî girtî xistine bin givaşê û tepeseriyê.

Pêka nûçeyekê ku di nava Girtîgeha nawendî ya Urmiyê we geheştiye me, ev çend roje hêzên rejîmê bona tepeseriya Zîndaniyê wê girtîgehê, li egera her cure nerizayetiyekê bi hemî îmkanateke tepeseriyê amadene û êrîşê dikne ser girtiyan û wan didne ber lêdan û kutanê.

Herwisa rejîmê di Girtîgeha Urmiyê de parek ji Girtiyê ku hukmê girane weke sêdarê li ser wan hatiye sepandin, ji para dinê ye zîndaniyan cuda kirine û weguhastine bo odên kite kesî.

Pêka zaniyariyan, 8 kes ji girtiyê ku hukmê Êdamê li ser wane, ji qayîşa 14 û 15 bo ciheke dinê weguhastine, û qedera wan diyar nine.

Pêka zaniyariyan ev 8 zindaniyane ji aliyê hêzeke taybet ve hatine birin û canê wan ber tirsê ye û renge rejîm bi avayê dizîwe wan êdam bike.

Ev heza tepeserkare taybet piştî evê hatine ev 8 girtî birine ku Zîndaniyan dixwastin dest bikne nerizayetiyê.

Di heyamê çend rojên derbasbûyî de aliyê kêm di nava 10 Girtîgehên Îranê de, Girtiyan serhildan kirin û sedan kes ji Girtiyan karîn xwe ji zîndanê xelas bikin û birevin.