Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tepeseriya Kirêkaran li Îranê de berdewame

12:14 - 1 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Kirêkarên belengaz li Îranê de roj bi rojê pitir ji aliyê rejîmê we dikievne ber gefan û hekî daxwaza mafê xwe dikin, bi avayê herî tund têne tepeserkirin.

Kirêkarên Ney Şekera Heft tepe ku ewa heyameke bona bidestve anîna mafê xwe û wergirtina hiquqê xwe dest kirine bi nerizayetî û xwenîşandan û mangirtinê, ne tenê mafê xwe wernegirtine, belkî bi avayekî gelek bêrehmane kevtine ber tepeserî û êrişa hêzên rejîmê.

Heta naha çendîn Kirêkar hatine destbiser kirin û rejîm li cehda mat kirina dengê berheqe wan Kirêkarane de ye.

Sendîkaya Kirêkarên Ney Şekera Heft tepe ragihand ku roja derbas bûyî pitir ji 40 kes ji wan Kirêkarên mangirtî, bo Îdara Ît`la`at û ewlehiya bajarê Şûşê hatine gazî kirin.

Rejîmê gef ji Kirêkarên wê Şirketê kiriye ku hekî dawiyê bi nerizayetî û mangirtina xwe neînin, de rastî girtin û cezayê giran bibin.

Kirêkarên zaf Karxane û Şirketên Dewletî li Îranê de, bi hegera nedan û kêm kirina Hiquqê xwe, dest kirine bi nerizayetiyan û mangirtinê, li henberda ji di cihê çareseriya daxazên wan, rejîm bi avayê herî tund wan tepeser diket û guhê xwe nade daxazên wan