Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqa hêzên rejîmê ji kolberên Kurd

12:15 - 17 Tebax 2020

Di sînorê bajarê Urmiyê de Kolberek birîndar bû û 3 Kolberên dinê jî hatne binçavkirin

Êvareya roja Şemî 25`ê Gelawêj, kolberekî Kurd ê bi navê “Silêman Mehmûdiyan” kurê “Seîd” xelkê gundê “Şeqlava” a ser bi devera Mirgever a Urmiyê bi sedema teqeya rasterast ya hêzên rejîmê ve hate birîndarkirin û 3 kolberên din yên bi navên “Pervîz Mihemedî kurê Xalid xelkê gundê Bavan, Samî Mihemedî kurê Feysel xelkê gundê Bavan û Cefer Mihemedî kurê Xelîl û xelkê gundê Bavan”  ji aliyê hêzên dijîmirove rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Ew hejmar ji kolberên xelkê devera Mirgever di sînorê bajarê Urmiyê de ketin nava kemîna hêzên rejîma Îranê û bi bê agehdar kirina berê teqe ji wan kirin.

 “Selman Mihemedî” ku hatiye birîndarkirin, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin û niha jî bin çavedêriya pizîşkî de ye.

Kolberên ku hatinî binçavkirin jî heya dema bilavkirina wê nûçeyê di girtîgehê de ne.

Hewceyî bîranînê ye ku 2 rojan berî hingê jî Kolberekî Kurd yê bi navê Sirac ehmedî xelkê gundê Kurana Somayê bi hegera teqa hêzên rejîmê hate kuştin û 2 kesên dinê jî birîndar bûn.