Bi armanca hişdarî û tirsandana herî dawî, Caşek kevte ber gule reşandina kesên nenaskirî, da ku desta ji îxanet û xwefiroşiyê bikêşîne.
Çend kesên nenaskirî di bajarê Urmiyê de,bona cezadan û tirsandina Caşekê, teqe jê kirin .
Roja Pêncşemî, 2 ê Tîrmeha 2020 an, caşek bi navê “Ebdulkerîm Şêxoyî” ji aliyê çend kesên nenaskirî ve, kevte ber desrêjiya gullan.
Ew kirêgirtiyê rejîma Îranê, xelkê gundê “Gêsiyan” a devera “Mergewer”a girêdayî bi bajarê Urmiyê ye.
Ew Caşê kirêgirtî yê rejîma dijî Kurd, keseke ku di azardana xelkê de, dest heye.
Wan çekdarên nenaskirî bi berdana wan çend gulan ew haydar kirin ku hekî desta ji caşayetiyê nekêşe, careke dinê dê raste rast bigîje cezayê xwe.